1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Li ser Doza KCKê dadgehê biryara xwe da
Li ser Doza KCKê dadgehê biryara xwe da

Li ser Doza KCKê dadgehê biryara xwe da

Li Amedê bû 8 sal, Doza Sereke ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) tê meşandin. Dadgeha Amedê di vê dozê de biryar da ku 107 kes werin zîndanîkirin û 47 gumanbar jî serbet werin berdan.

A+A-

Îro 28ê Adara 2017ê, li ser Doza Sereke ya KCKê Dadgeha Cezaya Giran a Amedê, di derbarê 154 gumanbaran de biryara xwe da.

 

Dadgeh di derbarê 107 kesan de cezayên girtîgehê da.

 

Li gorî biryara dagehê, ji bo Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Kamuran Yuksek 21 sal, Gulcihan Şimşek 6 sal û 3 meh, Salih Akdogan 21 sal, Zahide Besi 9 sal, Zohre Bozaci 21 sal, Çimen Işik 21 sal, Ahmet Turk 1 sal û 3 meh, Hatip Dicle 9 sal, Leyla Guven 6 sal û 3 meh, Firat Anli 6 sal, Ferhan Turk 6 sal û 3 meh, Selim Sadak 6 sal 3 meh cezaya girtîgehê hate dayîn.

 

Herwiha di derbarê 47 gumanbaran de biryara beraetê hate dayîn. Dosyeyên 4 gumanbarên ku di pêvajoya darizandinê de jiyana xwe ji dest dane, hatin betalkirin.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.