1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Li ser 4 şaredariyên din ên HDPê qeyûm hatin danîn
Li ser 4 şaredariyên din ên HDPê qeyûm hatin danîn

Li ser 4 şaredariyên din ên HDPê qeyûm hatin danîn

A+A-

Li ser şaredariyên hersê navçeyên Peyas, Bismil û Karas ên ser bi parêzgeha Amedê ve qeyûm hatin erkdarkirin. Herwiha li Şaredariya Erdîş a Wanê jî qeyûm hatiye erkdarkirin.

Danîna qeyûman li ser şaredariyên Bakurê Kurdistanê yên di destê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de berdewam e.

Hikûmeta Tirkiyê îro ragihand, li ser şaredariyên hersê navçeyên Peyas, Bismil û Karas ên ser bi parêzgeha Amedê ve qeyûm hatin danîn.

Derbarê serokên wan şaredariyan de bi tohmeta hebûna pêwendî û alîkariya rêxistina terorê, lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Herwiha li navçeya Erdîş a Wanê jî qeyûm li ser şaredariya wê navçeyê hatiye danîn. Li gor biryara hikûmeta Tirkiyê, Qaymeqamê Erdêşî, Nûrî Mehmet Beyoglu weke qeyûm hatiye diyarkirin.

Duh hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê li Amedê li dijî hejmarek şaredariyên did estê HDPê de operasyon pêk anîbûn.

Di wan operasyonan de Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Selçuk Mizrakli ku qeyûm li şûna wî hatiye danîn ‎û Hevseroka Şaredariya Peyasê, Keziban Yilmaz, Hevserokên Şaredariya qezaya Bismilê ya Amedê Gulcan Ozer û ‎Orhan Ayaz û Hevseroka Şaredariya Kocakoy Rojda Nazlier desteser kiribûn.‎

Roja 11ê vê mehê jî Hevseroka Şaredariya Erdîşê, Yildiz Çetîn di operasyoneke hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê de bi tohmeta propagandaya li dijî operasyona wî welatî ya li ser Rojavayê Kurdistanê desteser kiribûn.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.