
Li Rojhilatê zivistan
Li Mûşê rêya 9 gund û 22 mezreyên ku berf û bagerê girtibû, bi xebata ekîban va vebû
Li Mûşê rêyên ku ji ber berf û bagerê hatin girtin, hatin vekirin.
Li bajêr demeke ber dibare û bager radibe. Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr, li texma Uçevler û Çavuştepeyê rêya 9 gund û 22 mezreyên ku berf û bagerê girtibû vekir.
Piştî xebatan rê cardin hatin vekirin.
Midûrê Xizmetên Rê û Gîhandinê ya Îdareya Taybet a Bajêr Mehmet Şah Şenturk daxuyanî da rojanemegeran û diyar kir, ji ber ku berf pir zêde barî, ekîban xebatên xwe bi zor û zehmet pêk anîn.
Şenturk got ku li giştiyê bajêr rêyên girtî nemane û wiha dewam kir, "Ekîbên me xebatên vekirina rê didomînin. Qalindahiya berfê cî bi cî 2-3 mêtre ye û ji ber vê jî ekîb pê da dikevin. Ji ber ku raqim 2 hezar û 600 mêtre ye, rê were vekirin jî di bagerekê da cardin tê girtin. Dîsa jî em hewl didin ku rêyan vekirî bihêlin."
HABERE YORUM KAT
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.