1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Li Rojhilatê Kurdistanê erdhej çê bû
Li Rojhilatê Kurdistanê erdhej çê bû

Li Rojhilatê Kurdistanê erdhej çê bû

A+A-

Li parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê, îro erdhejek çê bû, derbarê egera ziraran de hêj ti agahî nehatine belavkirin.

Saziya Jeofîzîka Zanîngeha Tehranê ragihandiye, erdhej li devera Kotol a ser bi bajarê Kela Xwê (Xoy) çê bûye û hêza wê 4.5 pileyên Rîxter bûye.

Ajansa fermî ya Îranê, IRNA diyar kiriye, li gor Saziya Jeofîzîka Zanîngeha Tehranê, edhej saet 03:44ê şeva sêşemiyê û li ser dirêjiya cografî ya 45.58 û panahiya cografî ya 38.5 û li 10 kîlometriya kûrahiya erdê qewimiye.

Li gor zanyariyan, nêzîktirîn cihên nêzîkî navenda erdhejê, li 15 km Kotol û 33 km Kela Xwê bûye.

Heta niha ti zanyariyek di derbarê zirarên erdhejê de nehatiye belavkirin.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.