1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Li Rojhilatê Kurdistanê di 8 mehan de 190 kesan xwe kuştine
Li Rojhilatê Kurdistanê di 8 mehan de 190 kesan xwe kuştine

Li Rojhilatê Kurdistanê di 8 mehan de 190 kesan xwe kuştine

A+A-

Rêxistina Mafê Mirovan a Hengawê amarek derbarê rêjeya xwekuştinê li Rojhilatê Kurdistanê de belav kiriye û têde ragihandiye, di 8 mehên îsal de 190 kesan li bajarên Rojhilatê Kurdistanê xwe kuştine.

Li gor amarên ku wê rêxistinê belav kirine, ji destpêka îsal ve heta 10ê Îlonê 190 kesan li Rojhilatê Kurdistanê dawî li jiyana xwe anîne û xwekuştin.

Di raporta wê rêxistinê de amaje bi wê yekê hatiye kirin, ku ji wan 190 kesên ku li bajar û bajarokên Rojhilatê Kurdistanê xwe kuştine, 93 kes jê jin û 97 kes jî zilam in.

Herwiha 44 kes ji wan kesên ku xwe kuştine, temenê wan li jêr 18 saliyê bûye, ku 25 kes ji wan keç û 19 kes jî kur bûne.

Rêxistina Hengawê herwiha ragihandiye, di nav kesên xwekuştî de, 10 kesên ku temenê wan li jor 50 saliyê bûne, di wan heşt mehan de xwe kuştine, ku 7 ji wan zilam û 3 kes jin bûne.

Li gor heman amaran, bi awayekî giştî her mehê 23 kesan li Rojhilatê Kurdistanê xwe kuştine.

Ew amarên ku hatine belavkirin, tenê wan kesan li xwe digire ku zanyariyên di derbarê wan de li cem Rêxistina Mafê Mirov a Hengawê hatiye tomarkirin.

Kêşeyên civakî û malbatî, herwiha hejarî û rewşa xirab a aborî weke sedemên sereke yên xwekuştinê li Rojhilatê Kurdistanê hatine diyarkirin.

Herwiha amaje bi wê yekê hatiye kirin, ku wan kesan bi şêwazên cor bi cor ên weke, xweşewitandinê, xwedaliqandin û bi çek, xwe kuştine.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.