1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Li Rojavayê Kurdistanê her pêkhateyek bi zimanê xwe dixwîne
Li Rojavayê Kurdistanê her pêkhateyek bi zimanê xwe dixwîne

Li Rojavayê Kurdistanê her pêkhateyek bi zimanê xwe dixwîne

A+A-

Îro sala nû ya xwendinê li Rojavayê Kurdistanê destpê kir û her pêkhate bi zimanê xwe xwendinê dibîne.

Li gorî biryara Desteya Perwerdeya Rêbveberiya Xweser li Rojhilat û Bakûrê Sûriyê, îro roja yekşemê, 15ê Îlonê sala nû ya xwendinê detpê kir. Li Rojavayê Kurdistanê û rojhilatê Firatê, du programên cuda yên xwendinê hene.

Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê li Herêma Cizîrê, Mihemed Salih Ebdo ji Rûdawê re ragihand ku: “Destpêkirina yekem roja xwendin û wanedanê, 15ê Îlonê ye. Hejmara şagirt û xwendekarên sala nû, heta niha nehatiye zanîn, lê par, gihişte 230 hezar û 489 xwendekarî.

Hejmara dibistanên Herêma Cizîrê, 2 hezar û 225 dibistanên seretayî, amadeyî, lîse û têkel in. Dibistannê seretayî 1 hezar û 652, dibistanên amadeyî 405, dibistanên lîseyê 86 û dibistanên têkel 82 dibistan in.

Rêbaz û materyal heman ên sala par in û serastkirinên pêwîst û guncaw hatine kirin. Ew materyal bi zimanên Kurdî, Erebî û Siryanî ne.

Her pêkhateyek bi zimanê xwe dixwîne. Heta pola 3yem bi zimanê dayikê ye. Pola 4em zimanên pêkhateyan tevlî dibin. Pola 5em jî zimanên biyanî tevlî dibin. Ew jî Ingilîzî û Fransî ne.

Milyonek û 400 hezar pirtûk têne xwestin, beşê mezin jê hatine amadekirin. Hejmara mamosteyan ku di korsên havînê de hatine rahênankirin 18 hezar û 621 mamoste ye. Hejmara giştî ya mamosteyan 19 hezar û 189 mamoste ne.

Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê li Herêma Cizîrê, Semîra Hac Elî, Rûdawê re ragihandibû ku: “Ji bo sala 2019-2020an, Desteya Perwerde û Fêrkirinê, ji Havînê ve, dest bi amadekariyan kiriye. Di nav wan amadekariyan de, perwerdekirin û rahênankirina mamosteyan hebû, bi mebesta şarezabûna wan, di rêbaz û materyalên xwendinê yên îsal de.”

Îsal pola 11em, li ser beşên wêjeyî û zanistî, tevlî rêbaza xwendinê bûye.

Ji 1ê Îlonê ve, karê rêveberî li dibistanan hatibû destpêkirin.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.