1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. LI REQQAYÊ ÎDEAYA KUŞTINA SIVÎLAN
LI REQQAYÊ ÎDEAYA KUŞTINA SIVÎLAN

LI REQQAYÊ ÎDEAYA KUŞTINA SIVÎLAN

A+A-

 

 

Çavdêriya Mafên Mirovan ya Suriyayê dibêje ku di encama êrişa hewayî ya koalîsyona di rêbertiya YDA ( USA) yê da li Reqqayê gelek sivîl hatine kuştin ku di nav da zarok jî hene.


 

Çavdêriya Mafên Mirovan ya Suriyê ya bi riya aqtivîstên Suriyayê agahiyan berhev dike îddia kir ku di encama êrişa hewayî ya li Reqqayê da gelek mirovên sivîl hatine kuştin.

Li gorî agahiyên saziyê, di encama êrişên hewayê ya 24 seetên dawî da bi kêmî 29 mirovên sivîl hatine kuştin. Di nav wan kuştiyan da 14 jê zarokin.

Xebatkarekî tenduristiya Reqqayê jî gote Ajansa Nuçeyên Almanyayê (dpa) di êrişa esmanî da 14 jê zarok, 23 sivîl hatine kuştin.

Xebatkarên nexweşxanê jî dibêjin em, ji ber kesên di bin xirabeyan da mane nehatine derêxistin û hejmara birîndaran, ditirsin ku hejmara miriyan zêde bibe.

Nayê zanîn ka ev êrişe ku buye sedema kuştine gelek sivîlan ji aliyê kîjan dewlata koalîsyonê ve hatiye kirin. Li gorî agahiyên Yekîtiya Netewan li Reqqayê 25 hizar kes mane di nava şeri da.

ufkumuzhaber/kurdî

 

 

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
1 Yorum