1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Li Qudsê di Tevgera Kêrkirinê de Eskerekî Binpêkirî bû Birîndarê Giran
Li Qudsê di Tevgera Kêrkirinê de Eskerekî Binpêkirî bû Birîndarê Giran

Li Qudsê di Tevgera Kêrkirinê de Eskerekî Binpêkirî bû Birîndarê Giran

A+A-

 

Jêderên çapemenîyê gotin ku do êvarê ji alî xortekî Filistînî ve li Qudsê li nêzî derîyê Sîlsîleyê di tevgera kêrkirinê de eskerekî binpêkirî bi awayekî giran birîndar kiriye û eskerên binpêker berdane wî xortî û wî şehîd kirine.

 

Şahidên Filistînî gotin piştî ku esker berî wî xortî dane wî li erdê hiştine heta ew ji nemana xwîynê bimire. Piştî tevgerê derîyê Mescida Eqsayê hatine girtin û destûra cemaʕetê nehatiye dayîn ew derkevin derve.

Jêderên çapemenîya Filistînî diyar kirine ku tevgêrê şehîdkirî yek ji şênîyên bajarokê Eqrebeya Nablûsa Alîyê Rojava bûye, navê wî Benî Fedl bûye, bijin û xwedanê du zarokan bûye.

Hema piştî tevgerê çapemenîya rejima binpêker got tevgêr Tirkek bûye lê paşê ji gotina xwe vegerîyaye û gotiye tevgêr gêncekî Filistînî bûye.

♦ufkumuzhaber/Kurdî

 

                

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.