1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Li Qudsê beriya nimêja eydê di navbera polêsên Îsraîlê û welatiyên Filistînê da rageşî derket
Li Qudsê beriya nimêja eydê di navbera polêsên Îsraîlê û welatiyên Filistînê da rageşî derket

Li Qudsê beriya nimêja eydê di navbera polêsên Îsraîlê û welatiyên Filistînê da rageşî derket

A+A-

Li Qudsa Rojhilat a dagîrkirî di navbera welatiyên Filistînê yên xwestin nimêja eydê li ber deriyê Mescida Eqsayê ya ji ber Kovîd-19ê gitî ye bikin û polêsên Îsraîlê da rageşî derket, herî kêm 4 kes hatin binçavkirin.

Gelek welatiyên Filistînê yên li Qudsa Rojhilat dijîn ji bo nimêja eydê li ber deriyê Mescida Eqsayê ya ji ber Kovîd-19ê hatibû girtin bikin hatin herêma Bajarê Kevn a li Herêma Şerîf.

Polêsên Îsraîlê destûra dibêje li qadên servekirî herî zêde 50 kes dikarin îbadetê bikin wekî hincet nîşan da û li ber deriyên Bajarê Kevn barîqat danîn û hewl dan ku welatiyên Filistînê derbasî ber deriyên Mescida Eqsayê nebin.

Di navbera gelek welatiyên Filistînê yên hewl dan barîqatê derbas bibin û li ber deriyê Mescida Eqsayê nimêj bikin û polêsên Îsraîlê da rageşî derket.

Polêsên Îsraîlê herî kêm 4 welatiyên Filistînê bi zordarî binçav kirin.

Piştî rageşiyê welatiyên Filistînê ji barîqatê derbas bûn û gihîştin ber deriyê Mescida Eqsayê.

Welatiyên Filistînê di bin siya dagiriyê û Kovîd-19ê da ketin eyda remezanê, nimêja eydê li ber deriyên Mescida Eqsayê kirin.

Ev 2 meh e Mescida Eqsayê ji ber Kovîd-19ê hatiye girtin û hatibû diyarkirin ku piştî Eyda Remezanê mizgeftê dîsa ji îbadetê ra were vekirin.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.