Li Qamişlo xwandekaran ji bo xwendina bi Kurdî bang li NY kirin
Li bajarê Qamişlo li pêşiya avahiya Netewên Yekbûyî hejmarek xwendekar, mamosta û alîgirên Rêveberiya Xweser xwepêşandanek lidar xistin û têde daxwaz kirin, programên xwendinê yên rêveberiyê û xwandina bi Kurdî bi fermî bê naskirin.
Xwendekaran plankart bi çend zimanên cuda bilind kirin û têde gotin, xwendina bi zimanê dayikê mafê me ye, perwerde hebûna me ye, perwerdeya me mafê me ye, lewma divê Netewên Yekbûyî îtîrafê bi programa xwandin û perwerdehiyê ya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê bike.
Ew çend sal in li dibistan û xwandingehên Rojavayê Kurdistanê ji pola yekem heta bekeloriya programa Rêveberiya Xweser tê xwendin, ku li gor wê programê bi her sê zimanên Kurdî, Erebî û Suryanî ders tên dayîn, lê heta niha ne hikûmeta Sûriyê û ne jî rêxistinên ser bi Netewên Yekbûyî ve îtîraf bi wê programa xwandinê nekirine.
Di danûstandinên ligel PYNKê de, ENKSê daxwaz kiribû îsal xwendin serbest be û sala bê piştî serkeftina danûstandinan programeke nû ya xwandinê bi serepereştiya rêxistina UNESCO ya ser bi Netewên Yekbûyî ve bê danîn.
Hevserokê Desteya Perwerdeyê li Rêveberiya Xweser, Mihemed Salih Ebdo jî têkildarî mijarê ji Rûdawê re ragihand, ji bo xwandina bi Kurdî û programa perwerdehiyê ya Rêveberiya Xweser, ew li gel saziyên Netewên Yekbûyî di têkiliyê de ne.
Mihemed Salih Ebdo diyar kir, tevî ku ew hewl didin wê programa xwandinê bi Sûriyê bidin qebûlkirin, lê belê li gor helwêst û siyaseta hikûmetê zehmet e ku Şam wê programa xwandinê qebûl bike.
Ebdo tekez kir, tevî vê yekê wan siyaseta xwe ya cuda heye û ew dê li ser programa xwandinê ya Rêveberiya Xweser berdewam bin.
HABERE YORUM KAT
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.