1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Li Qamişlo di navbera hêzên Amerîkayê û milîsên Sûriyê de alozî derket
Li Qamişlo di navbera hêzên Amerîkayê û milîsên Sûriyê de alozî derket

Li Qamişlo di navbera hêzên Amerîkayê û milîsên Sûriyê de alozî derket

A+A-

Li başûrê bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê, di navbera hêzên Amerîkayê û hêzên hikûmeta Sûriyê de alozî derket û teqe hat kirin.

Nûçegihanê Tora Medyayî ya Rûdawê ragihand, îro Çarşemê 12ê Sibatê dewriyeyeke hêzên Amerîkayê yên li Rojavayê Kurdistanê li sê gundên başûrê Qamişlo yên li jêr kontrola hikûmeta Sûriyê geriya.

Li gor nûçegihanê Rûdawê, dewriyeya Amerîkî li hersê gundên Asî, Debane û Xirbet Emo geriya û nîşteciyên wan gundan dewriyeya Amerkî kevirbaran kirin û teqe lê kirin.

Herwiha milîsên Berevaniya Niştimanî ku hêzeke ser bi hikûmeta Sûriyê ve ye, gulle berdana hêzên Amerîkayê.

Li gor zanyariyên Rûdawê, hêzên Amerîkî bersiva teqeyê dane û di encamê de çekdarekî milîs ê ser bi hikûmeta Sûriyê ve yê bi navê Fêysel Xalid Mihemed hatiye kuştin.

Hêzên Amerîkî herwiha çekdarekî Berevaniya Niştimanî bi navê Cuma Silêman el-Ereb birîndar kirine.

Li gor çavkaniyeke taybet bi Rûdawê, herdu kes jî ji ketîbeyên partiya Beis a di nav Hêzên Berevaniya Niştimanî de ne.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.