1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Li Pakistanê firokeyek ket: 107 kesan canê xwe ji dest dan
Li Pakistanê firokeyek ket: 107 kesan canê xwe ji dest dan

Li Pakistanê firokeyek ket: 107 kesan canê xwe ji dest dan

A+A-

 Firokeyeke hêla asmanî ya Pakistanê ku 107 rêwî tê de bûn, li nêzîkî firokexaneya Keraçî ket xwarê. Şaredarê Kareçiyê jî ragihand ku hemû rêwiyên di wê firokeyê de canê xwe ji dest dane.

Hêla asmanî ya Pakistanê ragihand, ew firoke ji Lahûrê diçû bo Keraçî û di dema daketinê de li nêzikî firokexaneya Keraçî ketiye xwarê.

Ew firoke bi ser yek ji taxên bajarê Keraçiyê de li nêzikî firokexayê ketiye xwarê û heta niha sedama têkçûn û ketina wê firokeyê diyar nîne û lêkolîn derbarê bûyerê de hatiye destpêkirin.

Şaredarê Keraçiyê derbarê bûyerê de daxuyaniyek belav kir û ragihand ku ti kes ji wê bûyerê rizgar nebûye û rêwî û xebatkarên di firokeyê de canê xwe ji dest dane ku bi giştî 107 kes di wê firokeyê de bûn.

Her li gor zanyariyan ji ber ketina wê firokeyê bi ser taxekê de, hejmareke zêde ya xaniyan li wê taxê ziyaneke mezin gihiştiyê.

Ketina vê firokeyê di demekê de ye ku çend roj e geştên asmanî li Pakistanê dest pê kiriye ku pêştir ji ber vîrusa koronayê hatibûn rawestandin.

Etiketler : , ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.