1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Li NYê siberoja Kurdên Rojava hat gotûbêjkirin
Li NYê siberoja Kurdên Rojava hat gotûbêjkirin

Li NYê siberoja Kurdên Rojava hat gotûbêjkirin

A+A-

Şerê Idlibê û siberoja Kurdan li Sûriyê, Şanderê Taybet ê Amerîkayê yê ji bo Karûbarên Sûriyê James Jeffrey bire Baregeha Neteweyên Yekbûyî û civîneke girtî li ser siberoja Sûriyê hat kirin.

 

"Şerê Idlibê di çarçoveya rêkeftina me ya li gel Tirkiyê de ye", ev bersiva dîplomatkarê mezin ê Rûsyayê Sergey Vershinin bû ji bo rexneyên Amerîkayê û welatên rojavayî.

 

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Vershinin diyar kir ku "me pabendbûna Rûsyaya Federal tekez kiriye ji bo cîbicîkirina hemû wan rêkeftinên ku me li gel Tirkiyê kirine, mebesta min rêkeftinên Soçî ye".

 

Berevajî hevpeymanên Ewropî, Amerîka zêdetir wisa xuya dike ku baweriya wê bi peymanên Moskowê heye, ku operasyona Idlibê dê sînordar bibe û bi rêkeftina li gel Tirkiyê ye.

 

James Jeffrey dibêje: “Gotûbêjên me yên li gel Rûsyayê amaje bi wê yekê nakin ku Rûsya amade be piştgiriya êrişeke temam bike bo nav Idlibê.”

 

Şanderê Îdareya Trump James Jeffrey ji bo beşdariya civîna girtî ya Encûmena Asayişa Navdewletî ya derbarê proseya siyasî ya Sûriyê de hatibû baregeha Neteweyên Yekbûyî.

 

Ev beşdariya James Jeffrey di vê civînê de li gor dîplomatkaran, beşeke peywendîdar e bi siberoja Kurdan li Sûriyê. Amerîka dixwaze bi rêya proseya siyasî li Sûriyê siberoja Kurdên Rojavayê Kurdistanê were diyarkirin.

 

James Jeffrey berî hefteyekê ev mijar ji Kongresa Amerîkayê re ragihand û ezmûna Herêma Kurdistanê weke nimûne anî, ku çawa Amerîkayê di rêya pêkanîna Iraqeke demokratîk de alîkariya Kurdan kir.

 

Jeffrey got: “Me garantiya heta hetayê nedaye Kurdên Iraqê. Me ji wan re got em li gel we dixebitin ji bo Iraqeke ku demokratîk û seqamgîr be û yasa têde serwer bin. Di dawiyê de tevî hinek pirsgirêkan, me peymana xwe ji bo wan cîbicî kir.”

 

Li gor gotinên James Jeffrey, Amerîka dixwaze heman ezmûna Iraqê dubare bike. Herwiha roja çarşemê berpirsê yekem ê proseya siyasî ya Neteweyên Yekbûyî ya Sûriyê ji Rûdawê re ragihand ku Kurd di vê proseyê de beşdar e.

 

Şanderê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî bo Sûriyê Geir Pedersen got: “Weke 150 endamên din ên lijneya destûrê, pêkhateya Kurd di lijneyê de hene û beşdar dibin.”

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.