1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Li Norwêcê balafira NATOyê ya malê Amerîkayê ket
Li Norwêcê balafira NATOyê ya malê Amerîkayê ket

Li Norwêcê balafira NATOyê ya malê Amerîkayê ket

A+A-

Hat ragihandin li bakurê Norwêcê balafireke NATOyê ya malê Amerîkayê bû, ket.

NRKya têlevizyona dewlata Norwêcê ragihand ku balafira Cold Response 2022 di dema tetbîqata NATOyê dikir da ket.

Berdevkê Çapemeniya Navenda Xilaskirina Sereke ya Norwêca Bakur Jan Eskîl Severînsen got ku ji bo dîtina balafir û 4 kesên tê da bûn ew li herêmê xebatên xwe didomînin.

Severînsen destnîşan kir ku li herêmê şert û mercên hewayê zor û zehmet in û ev jî barê lêgerînê girantir dike.

Rewşa muretebata balafirê ya ku ji 4 kesan pêk dihat jî nayê zanîn.

 

Balafira şer a NATOyê ku li Norwêcê ket û 4 kes mirin

 Li bakurê Norwêcê, herêma Beiarnê balafireke eskerî ya NATOyê ket û hat ragihandin ku 4 kesên di balafirê da mirin.

Berdevkê Midûriya Ewlehiyê ya Nordlandê Ivar Bo Nilsson balafireke şer a ku ji firokeyeke bi navê Bell Boeing V-22yê hatiye çêkirin, duh dora saet 18.00yan di tetbîqata NATOyê ya "Miqabeleya Sar a 2022yê" (Cold Response 2022) da ket.

Nilsson diyar kir, piştî lêgerînê enqazê balafirê hat dîtin û 4 welatiyên Amerîkayê yên ku wek muretebat di balafirê da bûn, mirin.

Etiketler : , , ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.