1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Li Myanmarê jimara kesên bi destê hêzên asayîşê hatin kuştin derket 521an
Li Myanmarê jimara kesên bi destê hêzên asayîşê hatin kuştin derket 521an

Li Myanmarê jimara kesên bi destê hêzên asayîşê hatin kuştin derket 521an

A+A-

Di protestoyên ku li Myanmarê dijî derbeya eskerî û binçavkirina endamên hikûmeta hilbijartî hatin kirin da jimara kesên di midaxeleya hêzên ewlehiyê da hatin kuştin derket 521an.

Li gor rapora rojane ya ku Saziya Alîkariya Seba Girtiyên Siyasî yên Myanmarê (AAPP) di 24 saetên dawî da 11 kesên din hatin kuştin û jimara kuştiyan herî kêm 521 hat tesbîtkirin.

Li gor raporê li welêt 2 hezar û 608 kes binçavkirî ne, der heqê 120 kesan da biryara binçavkirinê hatiye dayîn.

Ji aliyê din va li Yangona bajarê herî qerebalix ê welêt duh seba kesên ku di protestoyan da hatin kuştin, dia hat kirin.

Bi deh hezaran kes li meydana Yangonê civiyan û seba xwepêşandêrên ku bi destê hêzên asayîşê hatin kuştin, find vêxistin û dia kirin.

- Derbeya eskerî ya li Myanmarê

Artêşa Myanmarê piştî îdiayên ku di hilbijartina 8ê Mijdara 2020î da hîle hatiye kirin, ragihandibû ku ew ji bo salekê dest datîne ser rêveberiya welêt û 1ê Sibatê da artêşê derbe kiribû.

Artêşê seroka welêt ya niha û Wezîra Karên Derva ya Berê Aung San Suu Çii jî di nav da gelek rêvebirên partiya desthilat binçav kiribûn û salekê rewşa derasayî îlan kiribû.

NY û YE di serî da û Tirkiye jî di navê da gelek sazî û welatan derbe şermezar kiribû û bertek nîşan dabûn.

Gelê Myanmarê di 6ê sibatê da dest bi xwepêşandanan kiribû ku bila dîsa demokrasî pêk bê. Di midaxaleya hêzên ewlekariyê da 500î zêdetir xwepêşandêr hatin kuştin.

Li welêt li aliyekî çalakî dewam dikin, li aliyê din jî darizandina endamên hikûmetê li mehkemeya eskerî dewam dike.

Etiketler : ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.