1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Li Mûşê xwepêşandan û meş hatin qedexekirin
Li Mûşê xwepêşandan û meş hatin qedexekirin

Li Mûşê xwepêşandan û meş hatin qedexekirin

A+A-

Li bajarê Mûşê yê Bakurê Kurdistanê bo dema 15 rojan meş, xwepêşandan, vekirina standan û hemû çalakiyên bi vî awayî hatinqedexekirin.

 

Walîtiya Muşê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku li gor destûrê û tişta di qanûnan de hatiye, bi armanca rêgirtin li çalakî û êrîşan heta 15 rojan meş, xwepêşandan, vekirina standan û hemû çalakiyên bi vî awayî hatineqedexekirin.

 

Walîtiya Muşê sedema qedexeyê wek protestokirina tecrîda ser Rêberê PKKê yê zîndanîkirî Abdulla Ocalan û greva birçîbûnê nîşan daye.

 

Di daxuyaniyê de tê îdîakirin ku "bi armanca parastina can û malê welatiyan, pûçkirina planên rêxistinên terorê, parastina asayîşa neteweyî, parastina maf û azadiyan û rêgirtin li belavbûna bûyerên tundûtûjiyê ji 10 heta 24ê Gulanê bo heyama 15 rojan li sînorê bajarê Mûşê hemû çalakiyên wek meş, xwepêşandan, vekirina standan, daxuyaniyên çapemeniyê û civînên giştî hatine qedexekirin.”

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.