1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Li Mûşê ji bo dema 15 rojan hemû çalakî hatin qedexekirin
Li Mûşê ji bo dema 15 rojan hemû çalakî hatin qedexekirin

Li Mûşê ji bo dema 15 rojan hemû çalakî hatin qedexekirin

A+A-

 Li parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê bi hinceta egera “çalakiyên PKKê” encamdana xwepêşandan û çalakiyan bo dema 15 rojan hatin qedexekirin

Li gorî daxuyaniya parêzgeha Muşê ya Bakurê Kurdistanê, encamdana çalakiyan weke meş, xwepêşandin, konfransên rojnamevanî bo dema 15 rojan qedexe ye.

Di daxuyaniyê de tê îdîakirin ku bi armanca prensîpên serekî yên komarê, yekparçeyiya dewlet û netewe, binpênekirina maf û azadiyên kesên din, asayîşa xelkê û anîna aramiyê, rêgirtin li tawan, parastina maf û azadiyên xelkê, rêgirtin li zêdetir belavnebûna Coronayê biryara qedexekirina xwepêşandan û çalakiyan hatiye dayîn.

Di daxuyaniyê de tê îdîakirin ku bi armanca prensîpên binpênekirina maf û azadiyên kesên din, asayîşa xelkê û anîna aramiyê, rêgirtin li tawan, parastina maf û azadiyên xelkê, biryara qedexekirina xwepêşandan û çalakiyan hatiye dayîn.

Li gor daxuyaniyê, biryara qedexekirinê wan çalakiyên fermî li xwe nagire ku ji aliyê parêzgar û qeymeqaman ve destûr bo wan tê dayîn.

Parêzgariya Mûşê amaje bi wê yekê da ku ew biryar heta 17 Nîsanê berdewam dibe.

Ev pêngava hikûmetê di demekê de ye ku roja 4 Nîsanê roja jidayîkbûna Rêberê PKKê Abdulla Ocolan e, ku parêzgarî dibêje wan çend grup dîtine ku dixwazin di xwepêşandinan propagende bo PKK bikin.

Berê salroja jidaykbûna Ocalan  bi awayekî rêkxistin li Enqere, Stenbol û piraniya bajarên Tirkiya û Bakurê Kurdistanê dihat pîrozkirin, lê piştî têkçûn û nemana proseya Aştiyê di sala 2015an de êdî encamdana wan çalakiyan jî qedexe bû.

Etiketler : , ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.