1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Li Moskowê civîna Idlibê
Li Moskowê civîna Idlibê

Li Moskowê civîna Idlibê

A+A-

Li Moskowê herdu şandên Tirkiye û Rûsyayê derbarê operasyonên artêşa Sûriyê yên li Idlib û pêşhateyên vê dawiyê yên li herêmê de civiyan.

Hevdîtina şanda Rûsî û Tirkiyê li avahiya Wezareta Derve ya Rûsyayê birêve çû û ji bilî diplomatanên Rûsya û Tirkiyê berpirsên serbazî beşdarî civînê bûn. Cîgirê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Sedat Onal serokatiya şanda wî welatî dike.

Hevdîtinên Tirkiye û Rûsyayê yên derbarê Idlibê de hefteya pêştir piştî operasyona Sûriyê ya li Idlibê dest pê kiribû.

Yekem car Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Verşinin û Nûnerê Taybet ê Serokokê Rûyayê bo Karûbarên Sûriyê Aleksandr Lavrentyev û şandeke Rûsî ya ji nûnerên serbazî û îstixbaratî pêk dihat, li Enqerê ligel aliyên peywendîdar re hevdîtin pêk anîbûn.

Di wê hevdîtinê de şanda Tirkiye ragihandibû ku rêkevtina Soçiyê hat binpêkirin û Rûsya berpirsiyariya dikeve li ser mile wê cîbicî nake. Lê ji hevdîtinan ti encamek derneketibû.

Piştre Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn jî derbarê pêşhateyên li Idibê de peywendiyeke telefonî encamp dabûn.

Herwiha Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu û Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov Li Almanyayê di Konferansa Ewlehiyê ya Munchenê de hevdîtin pêk anî bûn û Çavuşoglu diyarkiribû ku ji bo cîbicîkirina tevahiyan rêkevtinên derbarê Sûriyê de danûstandinê Tirkiye û Rûsyayê berdewam in

Etiketler : , ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.