1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Li Mexmûrê agir bi dexl û danê cotkarên Kurd ket
Li Mexmûrê agir bi dexl û danê cotkarên Kurd ket

Li Mexmûrê agir bi dexl û danê cotkarên Kurd ket

A+A-

Li gundê Gezokê yê ser bi qezaya Mexmûrê ve agir bzeviyên çandiniyê yên cotkarên Kurd ket û bi dehan donim dexl û danê cotkaran şewitîn.

 

Akinciyê Mexmûrê, Ehmed Seyid Umer ji Rûdawê re ragihand, îro serê sibehê li gundê Gezokê yê di navbera qezaya Mexmûrê û Qeracê de ku dikeve sînorê bin desthilata Heşda Şeibî û hêzên din ên Iraqê, agireke mezin bi erdên çandiniyên yên cotkarên Kurd ket.

 

Ehmed Seyid Umer got, “agir li rûbereke mezin a zeviyên çandiniyê belav bûye û bi sedema berfirehbûna şewatê, sîstema avdaniyê û kelûpelên elektîrkî yên nav zeviyan jî şewitîne.”

 

Wî welatiyê sînorê Mexmûrê herwiha da xuyakirin, hêj agir nehatiye kontrolkirin û cotkarên deverê bixwe hewl didin rê li ber berfirehbûna agir bigrin.

 

Li Iraqê îsal bûyerên agirketina li zeviyên çandiniyê û dexl û danê cotkaran gelek zêde bûne. Derbarê wan bûyerên agirketinê de, ji Berevaniya Sivîl a Giştî ya Iraqê Nuas Dilêmî ji Rûdawê re got: “Ji 08-05-2019 ve heya 04-06-2019, wate di heyama nêzîkî mehekê de li Iraqê 236 cih ku rûberê wan dike 20 hezar û 730 donim, di bûyerên agirketinê de şewitîne.”

 

Nuas Dilêmî herwiha diyar kir, tîmên wan ên kontrolkirina agir karîne “di maweya mehekê de 522 hezar û 837 donimên erdê ji şewatê rizgar bi

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.