1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Li Mexmûr û Keskê pevçûnên dijwar rûdan
Li Mexmûr û Keskê pevçûnên dijwar rûdan

Li Mexmûr û Keskê pevçûnên dijwar rûdan

Li herdu eniyên Mexmûr û Keskê DAIŞê êrîş kir, xwest cenazeyên xwe bibe lê rastê bersivek tund hat û paşde vekêşiya.

A+A-

Li herdu eniyên Mexmûr û Keskê DAIŞê êrîş kir, xwest cenazeyên xwe bibe lê rastê bersivek tund hat û paşde vekêşiya.

Çekdarên DAIŞê doh bişev carek din li Mexmûr û Keskê dest bi êrîşê kir. Pevçûnên dijwar hatine jiyandin. Berpirsê Eniya Mexmûrê Necat Elî bo BasNews ragehand: ‘’Çekdarên terorîst ên DAIŞê piştî eniya Guwerê, bi şev jî êrîşê eniya Mexmûrê kirin. Lê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bersivek tund dan.’’

Elî da zanîn ku di pevçûnan de ti ziyanek negehiştiya Pêşmerge lê çekdarên DAIŞê di êrîşa xwe de serkeftî nebûne û paşde vekêşiyane.

Ji aliyê din ve, doh çekdarên DAIŞê li Eniya Keskê ku dikeve bakûr û rojavayê Mûsilê, êrîşek berfereh anîne ser hêzên Pêşmerge. Di pevçûnan de termê 60 çekdarên DAIŞê ketine destê Pêşmergeyan.

Derengiya şevê jî DAIŞê xwest termê çekdarên xwe yên li qada şer maye, bibin. Derbarê Mijarê de Fermandarê Hêzên Pêşmergeyên Zîrevanî Kameran Hewramî bo BasNews ragehand; ‘’Çekdaran nekarî cenazeyên xwe rakin. Hejmarek din jî hatine kuştin. Êrîşa wan bê encam ma.’’

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.