1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Li Meksîkayê 88 siyasetmedar hatin kuştin
Li Meksîkayê 88 siyasetmedar hatin kuştin

Li Meksîkayê 88 siyasetmedar hatin kuştin

A+A-

Li Meksîkayê di 9 mehên dawîn de 88 siyasetmedan di êrîşên rêxistinên tawanbar de hatin kuştin.

Li gor nûçeyên medyaya Meksîkayê, di rapora beriya hilbijartina federal a hezîranê were kirin de hat diyarkirin ku di 9 mehên dawîn de 88 siyasetmedan di êrîşên rêxistinên tawanbar de hatin kuştin.

Li gor raporê li Meksîkayê di van demên dawîn de beriya hilbijartina şaredarî û parlamenteriyê ya 6ê Hezîrana 2021ê were kirin gefên dijî namzedan zêde bûn, dewlet di tedbîrn ewlehiyê de qasî têrê dike çalak nîne.

Di raporê de hat gotin ku Chihuahua, Veracruz û Cancun ji bo siyasetmedaran ciyên xeternak in.

Li gor daxuyaniya Komeleya Rêvebiriyên Herêmî ya Meksîkayê, di navbera salên 2006 û 2020î de 192 şaredar bi destê rêxistinên sûcên organîze hatin kuştin.

Di 27ê gulanê de jî Alma Barragana namzeda şaredariya Moroleona bajaroka eyaleta Guanajuatoyê di dema kampanyaya hilbijartinê de hatibû kuştin.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.