1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Li Kurdistanê hatinûçûn bi temamî hat qedexekirin
Li Kurdistanê hatinûçûn bi temamî hat qedexekirin

Li Kurdistanê hatinûçûn bi temamî hat qedexekirin

A+A-

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê ji bo maweyê 48 demjimêr qedexeya hatinûçûna otomobîl û piyade bi temamî qedexe kir.

Wezareta Navxwe biryar da li hemû parêzgehên Herêma Kurdistanê hatinûçûna otomobîl û piyade bi temamî bê qedexekirin û ew biryar îro, 04.04.2020, demjimêr 12.00ê nîvro ket ware cîbicîkirinê.

Mihemed Xoşnaw, Berdevkê Wezareta Tendirustiyê, ji Rûdawê re ragihand, du sedemên sereke hebûne ji bo ku Wezareta Navxwe hatinûçûnê bi temamî qedexe bike û dibêje, pabendbûna hemwelatiyan bi qedexeya hatinûçûnê di rojên dawîn de lawaz bûbû.

Berdevkê Wezareta Tendirustiyê, derbarê duyem sedema sereke de jî, dibêje, piraniya ew kesên li Kurdistanê tûşî koronayê bûne ku rêjeya wan ji sedî 80 tûşbûyan destpêkê ti nîşaneke nexweşiyê tê de derneketine.

Herwiha di çarçova biryara Wezareta Navxwe de, hemû market, nanxane û ew cihên ku bo xizmeta hemwelatiyan rê pê hatibûn dayîn vekirî bin, hatin girtin û tenê dermanfiroş dê bi dor vekirî bin.

Li Herêma Kurdsitanê heta niha 214 kes tûşî vîrusa koronayê bûne û 74 kes baş bûne û 2 kesan jî canê xwe jidest dane.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.