1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Li Kurdistanê di 19 hezar xaniyên plastîk de çandinî tê kirin
Li Kurdistanê di 19 hezar xaniyên plastîk de çandinî tê kirin

Li Kurdistanê di 19 hezar xaniyên plastîk de çandinî tê kirin

A+A-

Li Herêma Kurdistanê, bi berfirehbûna xaniyên plastîkî (serayan) berhemanîna sewze û fêkiyan jî zêde bûye. Di heyama 4 salên dawîn de li 15 hezar xaniyên plastîkî, berhamanîna sewzeyan tê kirin.

 

Sala 2007an bo cara yekem, tîmeke pispor ji Herêma Kurdistanê serdana bajarê Murcia yê Spanyayê kir û derbarê xaniyên plastîk de zanyarî wergirtin. Piştre Wezareta Kiştûkalî ya Herêma Kurdistanê destûr da ku li xaniyên plastîk sewze û fêkî bê berhemanîn.

 

Cotyarên Kurdistanê jî li xaniyên plastîk dest bi berhemanîna xiyar û bacanên sor kirin û piştî ku proje bi ser ket, Wezareta Kiştûkaliyê di navbera salên 2008 û 2011an de hezar 600 serayên plastîk li cotyaran belav kir.

 

Destpêkê bê pere li cotyaran hatin belav kirin

 

Ev serayên plastîk ji aliyê hikûmetê ve destpêkê bê pere li cotyaran hatin belavkirin û piştre biryar hat dayîn ku dê ji sedî 75ê lêçûnan wan xaniyên plastîk ayidê hikûmetê be.

 

Cotyarên Kurdistanê jî dema dîtin kapasîteya berhemanîna sewze û fêkiyên li serayên plastîk zêdetir e ji yên li zeviyên cotkariyê, berê xwe dan xaniyên plastîk. Bi vî awayî her ku diçû hejmara xaniyên plastîk ên ji bo berhemanîna sewze û fêkiyan zêdetir dibe.

 

Li gor amarên Wezareta Çandiniyê, sala 2014an hejmara xaniyên plastîk gihişt 7 hezar û 907an. Di heyama 4 salên dawîn de jî li Herêma Kurdistanê di 15 hezar xaniyên plastîk de sewze û fêkî hatin berhemanîn. Tenê sala 2019an li 3 hezar û 300 xaniyên plastîk berhemanînê dest pê kir.

 

Berpirsê Proseyên Xaniyên Plastîk li Wezareta Kiştûkaliyê Kemal Mihemed, ji Rûdawê axivî û aşkere kir ku ji ber dahata li xaniyên plastîk û tengbûna darayî ya li kertên din, vebêrderan berê xwe dane karê xaniyên plastîk û got ku ji ber vê yekê rêjeya berhemanîna sewze û fêkî bi awayekî berbiçav zêde bûye.

 

Kemal Mihemed dibêje berhemanîn zêde bûye û diyar dike, “Sala 2014an bi giştî 475 hezar ton sewze hat berhemanîn. Sala bihûrî ev rêje ji sedî 31,4 zêde bû û gihişt 700 hezar tonan. Bilindbûna vê rêjeyê ji sedî 70ê ji ber zêdebûna xaniyên plastîk pêk tê.”

 

Li xaniyên plastîk, xiyar, bacan, gulkelem, îsot, îspenax, bamya, bacanên reş, brokolî, roka, bexdanûs, pîvaz, kundir û cûreyên din ên sewzeyê tên berhemanîn.

 

Sewze û fêkî ji bo bajarên Iraqê jî tê hinardekirin

 

Mihemed radigihîne ku ew sewzeyên tên berhemanîn ji bo Iraqê jî tên hinardekirin û dibêje, “Berî niha taybetî jî li mehên zivistanê me di peydakirina van sewzeyan de zehmetî dîdît. Lêbelê bi saya xaniyên plastîk û zêdebûna berhemanînê, her demsalê sewze tên peydakirin ku niha em bo bajarên din ên Iraqê jî hinarde dikin.”

 

Li gor amarên Wezareta Kiştûkaliyê ya Herêma Kurdistanê, 2 hezar û 984 cotyar xwediyên xaniyên plastîk in. Di nav van cotyaran de hinek cotyaran heta 200 xaniyên plastîk jî hene.

 

Di vê projeyê de para mezin a Kompaniya Sofî ye. Di çarçoveya projeya ku vê kompaniyê destpê kiriye, 190 cotyar bi awayekî hevbeş kar dikin. Li hêla din ev ykem proje ye ku di kerta cotyariyê de xwedî rûxsetê be.

 

Berpirsê projeyan li Kompaniya Sofî Govend Îbrahîm Sofî, ji Rûdawê re ragihand ku wan di serî de bi 50 xaniyên plastîk dest bi kar kir û got, “Niha 620 serayên me hene û dema ku daxwaz hebe, em dikarin her sal 100 xaniyên plastîk zêde bikin. Armanca me ew e em bigihijin hezar 500 xaniyên plastîk.”

 

Govend Îbrahîm Sofî destnîşan dike ku sewzeyê hawirdekirî, li pêşiya firotina sewzeyê xwecihî asteng e û dibêje, “Qaşo ji bo Iraqê ji Îranê xiyar û bacanên sor tên hawirdekirin lêbelê wan sewzeyan li bazarên Kurdistanê difiroşin.”

 

Li Silêmaniyê ku herî zêde xaniyên plastîk li vî bajarê Kurdistanê ne, di 4 salên dawîn de 12 hezar xaniyên plastîk hatine çêkirin.

 

Niha di 17 hezar xaniyên plastîk de sewze û fêkî tên berhemanîn.

 

“Cotyar di firotina berhemên xwe de zehmetiyê dibînin”

 

Serokê Koma Pêşxistina Serayê Hewraman Mihemed jî amaje bi wê yekê dike ku berhemanîn zêde bûye lêbelê cotyar di firotina berhemên xwe de zehmetiyê dibînin û diyar dike, “Niha gelek welatiyan berê xwe dane cotyariyê. Berhemanîna sewzeyan zêde bûye taybetî ya xiyaran. Cotyar di firotina berhemên di destê xwe de zehmetiyê dibînin. Her sal di heyama sewzeyan de ziyanê dibînin. Ji ber hindê pêwîst e hikûmet di vê mijarê de bikeve nav hewldanan.”

 

Hewraman Mihemed radigihîne ku pêwîst e Hikûmeta Herêma Kurdistanê cotyaran teşwîq bike û dibêje, “Sala par, ji bo Silêmaniyê 450 milyon dînar hate terxankirin. Me jî pêşniyaz kir ku bi vî pereyî naylon bên kirin  bi bihayekî erzan ji cotyaran re bên firotin. Lêbelê ji ber zêdebûna karên rûtîn, di meha Berfanbarê de ev pere bi temamî hat xerckirin.”

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.