1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Li Kobanî êriş li ofîsa ENKSê hat kirin
Li Kobanî êriş li ofîsa ENKSê hat kirin

Li Kobanî êriş li ofîsa ENKSê hat kirin

A+A-

 Li bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê hinekan bi êrîşî ofîsa xwecehiya Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) kirin.

Li bajarê Kobanî Duh 01:00 şevê, 2 kesên çekdar ku rûyê wan jî girtî bû,  2 qunbele avêtin ofîsa xwecehiya ENKSê û gulebaran kirin û zerara madî gihandin wê ofîsê.

Heta niha tu kesek ji ber vê bûyerê nehatiye girtin û ENKSê jî tekez dike, ku Asayişa wî bajarî jî dest bi lêkolînê nekiriye û serî jî li wan nedaye.

Endamê Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê li Sûriyê (PDK-S) Mûslim Mihemed jî beşdarî bultena Rûdawê bû û da zanîn ku ziyaneke madî gihandin ofîsa wan.

Mûslim Mihemed got: “Duh bi nîvê şevê grûpek ji sê kesan pêk hatibû êrişî ofîsa ENKSê li Kobanî kirin. Camên avahiya ofîsa ENKSê şikandin û ziyaneke madî gihandin ofîsê. Bi çekan jî gule berdan ofîsê. Raya giştî jî dizanî ev ne car e yekemîn e êriş li ofîsan me tên kirin. Kesên ser bi PYDê ve berî niha jî li gelek cihên din êrişî ofîsên me kirin.”

Mûslim Mihemed amaje bi wê yekê kir ku ew ne di xema şikenandina pencere û deriyan de lê ew nizanin kiriyarên bi wî rengî dê heta kengê berdewam be.

Ofîsa ENKSê berî 5 mehan û piştî destpêkirina danûstandinên ENKSê û PYNK hatibû vekirin.

Meha Cotmeha 2021an ofîsên ENKSê li herdu bajarên Amûdê û Dirbêsiyê hatin şewitandin û ofîsên ENKSê û PDK-Sê li Qamişlo rastî êrîşan hatibûn.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.