1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Li Kerkûkê piştî 6 mehan sibe deriyên mizgeftan tên vekirin
Li Kerkûkê piştî 6 mehan sibe deriyên mizgeftan tên vekirin

Li Kerkûkê piştî 6 mehan sibe deriyên mizgeftan tên vekirin

Biryare sibe piştî 6 mehan deriyên mizgeftên bajarê Kerkûkê bên vekirin û berpirsekî weqfa sunne jî zanyarî derbarê çawaniya vekirina mizgeftan de aşkera kir.

A+A-

 

Rêveberê rêveberiya weqfa sunne ya Kerkûkê Ehmed Muderrîs ji BasNewsê re ragehand: ‘’Biryare sibe 20.09.2020ê piştî 6 mehan mizgeftên li Kerkûkê dê bên vekirin. Diwana weqfa sunne ji bo vekirina mizgeftan rênmayî dane û ji rêveberiya weqfa sunne ya bajaran re hatiye şandin ku divê nimêjker pêbendî rênmayiyên tenduristiyê bin, ku divê navbera kesên nimêjê dikin de metreyek hebe. Herwaha divê secadeyên xwe li gel xwe bînin bo mizgeftê û cîhê destnimêj girtinê jî li hemû mizgeftan tê daxistin.’’

Ehmed Muderrîs ku du heftiye bûye rêveberê giştî li dîwana weqfa sunne ya Iraqê li Bexda ye, amaje bi wê yekê jî kir, her mizgeftek wan rênmayiyan bicîh neyne dê lêpirsîn li gel mamostayên wê mizgeftê bê kirin.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.