1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Li Japonê beşdarên kursa Kurdî bawername wergirtin
Li Japonê beşdarên kursa Kurdî bawername wergirtin

Li Japonê beşdarên kursa Kurdî bawername wergirtin

A+A-

Li Japonê xwendelkarên zimanê Kurdî bi awayekî fermî bawernameyên xwe yên asta duyemîn wergirtin.

Li Zanîngeha Lêkolînên Biyanî ya Tokyoyê di Nîsana 2019an de perwerdedya zaraveya Kurmancî ya zimanê Kurdî weke ders hatibû destpêkirin û hêj berdewam dike.

60 xwendekarên zimanê Kurdî yên li Zanîngeha Lêkolînên Biyanî ya Tokyoyê kesên ku tevlî perwerdeya bi Kurdî bibûn asta duyem qedandin. Ji 60 kesan 40 kes xwendekarê zanîngehê bûn û 20 kesên din jî sivîl bûn.

Xwendekarên zimanê Kurdî piştî 10 mehan bi awayekî fermî bawernameyên xwe yên asta duyemîn wergirtin.

Biryar e perwerdeya zimanê kurdî  Îsal jî di meha nîsanê de li Zanîngeha Lêkolînên Biyanî ya Tokyoyê berdewam bike û di nîsa îsal de her du zaravayên kurdî kurmancî û soranî bên fêrkirin.

Herwiha ligel dersa Kurdî dê çand, huner, wêje û dîroka Kurdistanê bidin fêrkirin.

Sekreterê Dostaniya Komeleya Japonya-Kurdistanê Vakkas Çolak pêştir ji Rûdawê re diyar kiribû ku ew yek di dîroka Japonê de yekem car e dibe.

Vakkas Çolak herwiha amaje bi yekê kiribû ku wan weke Komeleya Dostaniya Japonya-Kurdistanê û Komeleya Çandî ya Kurdî heta niha zimanê Kurdî fêrî zêdetirî ji 20 xwendekarên zanîngehê, akademisyen û rojnamegeran kirine.

Weke tê zanîn Tirkiyeyê hewl dabû ku perwerdeya bi kurdî ya li Japonê  asteng bike,  lê ew hewldana Tirkiyê ya li dijî zimanê kurdî bi ser neketibû.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.