1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Li Izmîrê piştî kuştina gencekî êrîşî mal û dikanên penaberên Sûrî kirin
Li Izmîrê piştî kuştina gencekî êrîşî mal û dikanên penaberên Sûrî kirin

Li Izmîrê piştî kuştina gencekî êrîşî mal û dikanên penaberên Sûrî kirin

A+A-

Piştî kuştina welatiyekî Tirkiyê ji aliyê kesekî Sûrî ve, hejmarek gencên Tirk êrîşî mal û dikanên penaberên Sûrî yên li navçeya Torbalî ya parêzgeha Izmîrê kirine.

Li gor nûçeya ajansa DHA ya Tirkiyê, şevê din demjimêr 01:00 li Taxa Cumhuriyet a navçeya Torbalî ya Izmîrê, di navbera penaberekî Sûrî û ciwanekî Tirk de şer derketiye û di encamê de ciwanê Tirk bi derbên kêrê ji aliyê penaberê Sûrî ve hatiye kuştin.

Navê penaberê Sûrî wek M.A û 20 salî û navê ciwanê Tirk jî Batuhan Barlak û 17 salî hatiye ragihandin.

DHAyê ragihandiye, penaberê Sûrî M.A karkerê çandiniyê bûye û dema xwestiye vegere mala xwe, li ber deriyê sîteya ku lê dijî, bi zimanekî sivik silav daye ciwanê bi navê Batuhan Barlak ê ku hatiye kuştin, û ew yek rastî berteka Batuhanê 17 salî hatiye. Li gor wan zanyariyan, penaberê Sûrî ji ciwanê Tirk re gotiye, “şev baş kuro” û wî xortî jî nerazîbûn nîşan daye û di navbera wan de nîqaşên tund derdikeve û penaberê Sûrî M.A kêrê ji berîka xwe derdixe û Batuhan dide ber kêran û bi giranî birîndar dike.

Hatiye ragihandin, Batuhan Barlak bi birîndarî bo nexweşxaneya bajêr hat veguhastin, lê tevî hewldanên pizîşkan, wî jiyana xwe ji dest da.

Parêzgariya Izmîrê derbarê bûyerê de daxuyaniyek belav kiriye û ragihandiye, “penaberê Sûrî M.A dema ku diçe mala xwe, di rê de bi 3 kesên ku alkol vexwarine re ketiye nîqaşê û di encama şer de B.B ji singê xwe ve birîndar dibe ku li nexweşxaneyê tevî hemû hewldanan jiyana xwe ji dest daye.”

Di dauxyaniya Parêzgariya Izmîrê de hatiye gotin, “penaberê Sûrî yê berguman, M.A ji aliyê hêzên polîs ve hatiye desteserkirin.”

Piştre di berdewamiya bûyerê de, hejmarek welatiyên Tirk ku li gor medyaya xwecihî, ji grûpeke 150 pêk dihat, êrîşî mal û dikanên penaberên Sûriyê kirine û agir berdane wan cihên penaberan. Li gor zanyariyan êrîş çend demjimêran berdewam bûye.

Di encama êrişê de, xaniyek penaberan hatiye şewitandin û gelek xanî hatin kevirkirin. Wesayîtên ku penaberên Sûrî ji bo komkirina bermayiyan bikartînin jî hatine şewitandin.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.