1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Li Îtalyayê di heyama 24 saetan de ji ber koronayê 793 kes mirin
Li Îtalyayê di heyama 24 saetan de ji ber koronayê 793 kes mirin

Li Îtalyayê di heyama 24 saetan de ji ber koronayê 793 kes mirin

A+A-

Li Îtalyayê ji ber vîrusa koronayê ya cura nû (Covid-19) 793 kesên din canê xwe ji dest dan û li wî welatî hejmamara kesên ku ji ber vîrusê mirin gihîşt 4 hezar û 825 kesan. Rojnamevan Sima Abixzir jî ragihand ku hikûmeta Îtalyayê nikere rê li belavbûna koronayê bigire.

Rêveberê Giştî yê Berevaniya Sivîl a Îtalyayê û Komîsyarê vîrusa Koronayê li wî welatî, Angelo Borrelli, di civîneke çapemeniyê de li Romayê ragihand, ku tenê di nava 24 saetan de hejmara kesên ku bi vîrusa Koronayê canê xwe ji dest ‎dane 793 kes zêde bûye.

Borelli da zanîn, ku heta niha 53 hezar û 500 kes li seranserê Îtalyayê bi vîrusa Koronayê ketine û di hundirê 24 ‎demjimêrên derbasbûyî de jî 793 kesên din ji ber heman vîrusê canê xwe ji dest dane.‎

Borrellî ragihand ku li gor duh 943 kesên din jî baş bûn û hejmara kesên ku ji nexweşiyê pak bûn bo 6 hezar û  72 kesan zêde bû.

Rojnamevan Sima Abxizir ji Romayê beşdarî bultena Rûdawê bû û ragihand ku tevî ku hikûmeta Îtalyayê pêngavên pêwîst avêtine lê nikare rê li ber belavbûna koronayê bigire û rojane bi hezar kes li wî welatî tûşî vîrusê dibin.

Sima Abxizir da zanîn ku hikûmeta Îtalyayê li ser qedexeya derketina derve rijd e, di vê çarçoveyê de dewriyên hêzên asayişê jî zêde bûne û got: “Li Îtalyayê jiyan bi temamî rawestiya ye û kes ji malên xwe dernavkevin. Ji ber rewşa dijwar ji her malbetekê kesek di nav hefteyekê de carek tenê bo pêwîstiyan derdikeve. Kesek rênimayan binpê bike bi 200 euro tê cezarkirin.”

Bi gotine Abixizir li Îtalyayê ne tenê kesên temen mezin di heman demê de genc li ji ber Covid-19 canê xwe ji dest didin û heta niha 150 kesên genc canê xwe ji dest dane.

Etiketler :

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.