1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Li Îraqê encama bixwîn!
Li Îraqê encama bixwîn!

Li Îraqê encama bixwîn!

A+A-

 

Li bajarên başûrê Îraqê di xwenîşandanan de 4 kes mirin û 128 kes jî birîndar bûn.

 

Li bajarên Musenna, Meysan û Zîkarê ji ber xitimîna xizmetên gelî û birrînên elektrîkê birêveçûn do jî dewam kirin.

Li Besrayê birîveçûyî bi ser avahîya meclisa bajêr de girtin; 2 kes mirin tevlî 16 wezîfedarên ewlekarîyê 35 kes birîndar bûn.

Li navenda bajarê Musennayê jî birîveçûyî bi ser avahîya birîvebirîya herêmî ve girtin. Di bûyeran de 2 birêveçûyî mirin û bêtirî 50 wezîfedarên ewlekarîyê jî birîndar bûn.

Li Meysanê hêzên ewlekîrayê dest dan birêveçûyîyan û 24 kes birîndar bûn. Birîveçûyî, avahîya Elmecerê û mala qeymeqamî şewitandin.

Li Zîkarê jî hêzên ewlekarîyê dest dan birîveçûyîyên ku xwastin bi ser avahîya meclisa bajêr ve bigirin. Di bûyerê de 12 birêveçûyê û 7 endamên asayîşê birîndar bûn.

Çapemenîya Îraqê dibêje di birîveçûyînan de 5 kes mirine û 150 kes jî birîndar bûne.

Ḥeyder Îbadîyê serekwezîrê Îraqê do got eger birîveçûyînên başûrê welêt bêdestûr bin û bibin êrîş û ew bi ser dezgehên fermî-resmî ve bigirin, ew ê bi awayekî hişk dest bidin wan.

♦ufkumuzhaber/Kurdî

Etiketler : ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.