1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Li Îranê di şewba Kovîd-19ê da jimara miriyan ji 6 hezarî derbas bû
Li Îranê di şewba Kovîd-19ê da jimara miriyan ji 6 hezarî derbas bû

Li Îranê di şewba Kovîd-19ê da jimara miriyan ji 6 hezarî derbas bû

A+A-

Li Îranê jimara kesên ku ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin derket 6 hezar û 28an.

Li gor têlevîzyona dewletê ya Îranê, Berdevkê Wezareta Tenduristiyê Kiyanûş Cîhanpûr diyar kir, di 24 saetên dawîn da li tevahiya welêt 71 kesên din jî ji ber Kovîd-19ê mirin.

Cîhanpûr daxuyand, bi tevahî jimara miriyan derket 6 hezar û 28an, jimara kesên ku vîrus kişiyayê jî 983 zêde bû û derket 94 hezar û 640î.

Cîhanpûr destnîşan kir, rewşa 2 hezar û 976 kesên ku vîrus kişiyaye wan giran e, heta niha 75 hezar û 103 kes jî qenc bûne.

Cîhanpûr daxuyand ku li tevahiya welêt heta niha 463 hezar û 295 testên Kovîd-19ê hatin kirin.

 

Li Îranê Kovîd-19 cara ewil di 19ê sibatê da li bajarê Qûmê hatibû tesbîtkirin û paşê li hemû welêt bela bûbû.

Etiketler : , ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.