1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Li Îranê boriya gaza xwezayî teqiya: 5 kes mirin
Li Îranê boriya gaza xwezayî teqiya: 5 kes mirin

Li Îranê boriya gaza xwezayî teqiya: 5 kes mirin

A+A-

Li parêzgeha Ehwaz a Îranê, di xeta boriya gaza xwezayî de teqînek çê bû û li gor rayedarên Îranê, di bûyerê de 5 kesan canê xwe ji dest dane û 5 kes jî birîndar bûne.

 

Berpirsê Agirvemirandinê yê Ehwazê, Elî Turbpur ji Fars Newsê re ragihandiye: “Li ser rêya Ehwaz û Mahşehrê di xeta boriyên gaza xwezayî de teqîn çê bû û ji ber teqînê 5 kesan canê xwe ji dest dan.”

 

Hikûmeta Îranê hêj derbarê sedema çêbûna teqînê de, ti daxuyaniyek nedaye.

 

Elî Turbpur got, tîmên agirvemirandinê û herwiha tîmên hawarçûnê piştî ku ji bûyerê hatin agahdarkirin, xwe gihandin cihê teqînê û hewla kontolkirina agir û rakirina termê kesên qurbanî ji bo nexweşxaneyê dan.

 

Turbpur herwiha daye xuyakirin, di dema teqînê de çend otomobîl, otobus û  komyonek ji wê derê re derbas bûne ku ji ber teqînê agir li wan otomobîlan jî ketiye.

 

Herwiha Rêveberê Giştî yê Zanîngeha Zanistên Pizîşkî ya Condî Şapor a Ehwazê, Ferhad Hemzelûyî ji IRNAyê re ragihandiye, di bûyerê de 5 kes jî birîndar bûne.

 

Ferhad Hemzelûyî gotiye, birîna 4 kesan sivik bûye û piştî veguhastina wan bo nexweşxaneyê û dermankirina wan, bo malê hatine şandin.

 

Bi gotina Hemzelûyî, birîna yek ji birîndaran dijwar e û rewşa tendirustiya wî nebaşe û li Nexweşxaneya Taliqanî ya Ehwazê di bin çavdêriya pizîşkan de ye.

Etiketler : , , ,
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.