
Li Îranê 454 kesên din bi coronayê mirin
Wezareta Tendirustiya Îranê ragihand, di nava şev û rojekê de 454 kesên din li wî welatî bi coronayê mirine û zêdetirî 19 hezar kesan jî pê ketin.
Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiya Îranê, di 24 demjimêrên borî de 19 hezar û 165 kes li seranserê wî welatî bi vîrusa nû ya coronayê Covid-19 ketine, ku 3 hezar û 19 kes ji wan li nexweşxaneyan hatine razandin. Bi tomarkirina wan haletên nû, hejmara pêketiyên Covid-19 li Îranê gihîşt 2 milyon û 396 hezar û 204 kes.
Wezareta Tendirustiya Îranê diyar kir, heya niha 1 milyon û 877 hezar û 517 nexweşên coronayê baş bûne, lê 5 hezar û 206 kes ji nexweşên vê pandemiyê di beşên çavdêriya hûr ên nexweşxaneyan de hatine razandin.
Wezaretê herwiha da zanîn, ji duh ve 454 kes li Îranê bi coronayê mirine û bi vê yekê re hejmara qurbaniyên coronayê li wî welatî gihîştiye 69 hezar û 574 kesan.
Herwiha hatiye ragihandin, ku niha 301 bajarên Îranê di rewşa sor de ne û rewşa gelek bajarên din jî metirsîdar e.
Li aliyekê din Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî ragihandiye, di warê pêketin û mirina bi vîrusa coronayê de, rewşa 18 parêzgehên welat nebaşe û ji wan jî 8 parêzgeh di rewşeke xirab de ne.
Ruhanî diyar kir, “eger em di rûbirûbûna coronayê de ciddî nebin, em nikarin vê gavê ji pêla çarem a belavbûna coronayê rigzar bibin” û daxwaz ji xelkê û aliyên pêwendîdar kir, ku rênimayên taybet bi rêgirtin li belavbûna coronayê bi awayekê baş pê bînin.
HABERE YORUM KAT
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.