1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Li Îranê 221 kesên din bi Koronayê mirin
Li Îranê 221 kesên din bi Koronayê mirin

Li Îranê 221 kesên din bi Koronayê mirin

Li Îranê 221 kesên din bi Koronayê mirin û zêdetirî 2600 kesên din jî pê ketin.

A+A-

 

Berdevka wezareta tenduristiya Îranê, dr. Sîma Larî ragihand, di heyama 24 saetên borî de 2 hezar û 621 kes li Îranê bi Koronayê ketine û hejmara pêketiyan gihîştiye 284 hezar û 34 kesan.

Dr. Larî her wiha da zanîn, ji duhî de 221 kes jî bi Koronayê mirine û hejmara miriyan gihîştiye 15 hezar û 74 kesan.

Dr. Sîma Larî anî ziman ku rewşa 3 hezar û 667 nexweşan xirab e û hejmara kesên ku baş bûne jî gihîştiye 247 hezar û 230 kesan.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.