1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Li Idlib û rojavayê Helebê di 2 rojan de 36 hezar kes koçber bûn
Li Idlib û rojavayê Helebê di 2 rojan de 36 hezar kes koçber bûn

Li Idlib û rojavayê Helebê di 2 rojan de 36 hezar kes koçber bûn

A+A-

 Êrîşên artêşa Sûriyê bo ser gundên li rojava û başûrê Helebê zêde bûne û di wan du rojên bihorî de 36 hezar kes ji xelkên sivîl ên wan deveran ji ber wan êrîşan koçber bûne.

Rêveberê Rêxistina Karûbarên Sûriyê, Mihemed Hellac ku ew rêxistin zanyariyên derbarê aware û koçberên li navçeyê belav dike, ji ajansa fermî ya Tirkiyê re ragihandiye, bi sedema êrîşên hêzên hikûmeta Sûriyê bo ser gundên li rojava û başûrê Helebê ku bi piştevaniya esmanî ya Rûsyayê tên kirin, koçberbûna xelkê li herêmê berdewam e.

Bi gotina Mihemed Hellac, di encama êrîşên van çend rojên dawî de zêdetir ji 36 hezar kes ji Helebê koçber bûne.

Hejmara kesên ku ji meha Mijdara 2019ê ve di encama êrîşên Sûriyê de li Heleb û Idlibê koçber bûne, gihîştiye 450 hezar kesî.

Piraniya koçberan berê xwe didin sînorê Tirkiyê û li kampên ser sînor tên bicihkirin. Herwiha beşek ji wan koçberan jî li navçeyên operasyonên Mertala Firatê û Çiqlê Zeytûnê bicih dibin.

Ji ber nebûna pêdawîstiyan, kesên ku ji Heleb û Idlibê koçber bûne, di rewşeke zehmet de dijîn.

Etiketler : , ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.