1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Li Hesekê bajarokê Holê hate rizgar kirin
Li Hesekê bajarokê Holê hate rizgar kirin

Li Hesekê bajarokê Holê hate rizgar kirin

Hêza Sûriyeya Demokratîk bajarokê Holê ji çekdarên DAIŞê rizgar kir, Hol û Şingal di heman rojê de hatin azad kirin

A+A-

Hêza Sûriyeya Demokratîk bajarokê Holê ji çekdarên DAIŞê rizgar dike.

Doh13 Mijdarê Hêza Sûriyeya Demokratîk di daxuyaniyekê de ragehand ku, wan bajarokê Holê yê dikeve rojhilata Hesekê li Rojavayê Kurdistanê rizgar kir.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk ku di 12ê Cotmeha borî de hat avakirin, hewil dide ku gundewarê Hesekê bi temamî ji çekdarên DAIŞê paqij bike. 

Di 11 vê mehê de jî  gundê Xatûniyê û Gola wê yên li başûrê Hesekê ji çekdarên DAIŞl hatibûn paqijkirin.

Daxuyaniyê amaje kir ku, bi dehan ji çekdarên DAIŞê hatin kuştin û 3 çekdar jî dîl girtin, herwiha gelek çek û teqemenî desteser kirin.

Azadkirina Holê di heman dema rizgarkirina qeza Şingalê ji aliyê Pêşmergeyên Kurdistanê ve pêkhat.

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.