1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Li Herêma Kurdistanê bikaranîna madeyên hişbir zêde bûye
Li Herêma Kurdistanê bikaranîna madeyên hişbir zêde bûye

Li Herêma Kurdistanê bikaranîna madeyên hişbir zêde bûye

A+A-

 

 

Birêveberiya astengkirina madeyên hişbir ya bi ser birêveberiya asayişa giştî ya Herêma Kurdistanê rapora xweya salane ya li ser bikaranîna madeyên hişbir a di nêv gel de ragihand û destnîşan kir ku, rêjeya bikaranîna madeyên hişbir li gor salên berê bi taybetî jî li bajarê Hewlêrê zêdetir bûye.

 

Birêveberiya astengkirina madeyên hişbir ya bi ser birêveberiya asayişa giştî ya Herêma Kurdistanê rapora xweya salane ya li ser bikaranîna madeyên hişbir a di nêv gel de ragihand.

Li gor raporê di sala 2017an de 569 kes li Hewlêrê di sala li gor maddeya 14. ji yasaya madeyên hişbir desteser kirîne û ji bo dadgehê şandîne. Herwiha 112 kesên din ji ber nebûna belgeyên pêwîst, ji tawanbariyê hatîne azadkirin û 70 kesên din jî ku belge li ser wan hebûn hatîne ceza kirin. Di heman salê de 53 kîlo madeyên hişbir ji aliyê saziyên hewldar ve hatine desteser kirin. Herwiha li Hewlerê 21 kes jî ji ber ku pereyên sexte çêkirine hatine girtin.

Di raporê tê aşkere kirin ku rêjeya bikaranîna maddeyên hişbir li Hewlêrê di sala 2017an de li gor sal 2016an zêdebuye. Lewra di sala 2016an de li Hewlêrê tenê 36 kes bi tawana bikaranîna maddeyên hişbir hatibûn girtin û 16 kîlo jî madeyên hişbir hatibûn bidest xistin.

Derbarê sedemên zêdebûna vê diyardeyê ya di nav civaka Kurdistanê de Spûtnîk Kurdistan nerîn û boçunên mamosta Cemal Mihemed yê mamostayê zanistên civakî di Zanîngeha Selahedînê de wergirtin û bi vê awayî behsa wan sedeman kir û got: "Di rastî de diyaroka bikaranîna madeyên hişbir di nav xelkê de diyarokeka cîhanî ye, lê ji welatekî bo welatekê din û ji navçeyekê bo navçeyeka din cudahî heye. Lê belê sedemên ku di pişt belavbûna vê diyardeyê de heta radeyekê diyarin û naguherin.

 

BÊ KARÎ, HEJARÎ, NEBÛNA HIŞYARÎ Û YASAYÊN PÊWÎST Û TEKNOLOJÎYÊ Û RÊJEYA BIKARANÎNA MADEYÊN HIŞBIR ZÊDETIR DIKE

Mamosta Cemal da zanîn ku: "Ev sedeme li jor hemû li Herêma Kurdistanê hene. Ji ber ku niha herêm di krîzeke aborî ya dijwar de derbas dibe û bêkarî di nav hemû astên civakî de berbelave, ne ku tenê di nav gencan de. Hejarî jî roj bi rojê bêtir dibe û derfetên kar û mûçe jî nine.

XORT BI RÊYA TELEFONÊN DESTAN DIKARIN XWE BIGHÎNIN HER TIŞTÎ

Cemal Mihmed daxuya kirin ku: "Serbarî ku civaka me civakekê misilman û daxistiye, lê texa xortan di vê çaxê de ku bi çaxa cîhangîr û şoreşa zanyariyan tê naskirin wiha bi teknolojiyê ve hatiye girêdan ku nikare bê wê bijî. Bi rêya telefonên destan peywendiyê ligel hemû cîhanê dike. Çêdibe hinekî zehmet be, xortek biçe û pirsiyar ji xelkê bike, erê madeyên hişbir çine û çewa dikarim bidest bixim? Lê ew bi rêya telefonên destan di kare hemû zanyariyên li ser werbigre û bêyî qet metirsî û şermkirinê bibe.

 

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.