1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Li Herêma Kurdistanê 566 kes bi Coronayê ketin
Li Herêma Kurdistanê 566 kes bi Coronayê ketin

Li Herêma Kurdistanê 566 kes bi Coronayê ketin

A+A-

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di rojekê de 566 kes tûşî Coronayê bûn û 16 kesan jî canê xwe ji dest dan.

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di dawîn 24 demjimêran de 2500 pişkinîn hatine kirin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê, ji wan pişkinînan, encama pişkinîna 566 kesan pozîtîv der ketiye.

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê diyar kir ku di heyama 24 demjimêran de 16 nexweşên Coronayê canê xwe ji dest dane û 164 nexweşên Coronayê jî baş bûne.

Li gor dawîn amarên Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê, heta niha 18 hezar û 766 kes tûşî Coronayê bûne, 686 kesan canê xwe ji dest dane û 10 hezar û 644 kes jî baş bûne.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.