1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Li hember firokeyan lawazîya Îsraîlê
Li hember firokeyan lawazîya Îsraîlê

Li hember firokeyan lawazîya Îsraîlê

A+A-


Yedîyot Axewonota qezeteya Îsraîlê dibêje ku pelqikên-balonên ji bo derxistina agirî yên ji bakurê Xêza Ẍezeyê şandî agirekî mezin berdaye herêma Zîkîmê.

 

Radyoya Îsraîlê got koma vemirandina agirî çûye herêmên vêketina agirî lê Îsraîl li hember pelqik-balon û firokeyên agirî hê jî bêçare ye.

Li gora radyoya rejima Îsraîlê, pelqikên-balonên agirî û firoke bi 8 milyon û nîv şekeli (2 milyon û nîv Dolarî) zirarê daye Îsraîlê.

Û tevlî vê, 5000 donim zevîya çandinîyê jî bi vî awayî şewitîye.

Çapemenîya rejima dagîrker got ji ber pelqikan-balonan agir bi 28 cîhî ketiye.

Bînyamîn Netanyahû ji bo firokeyan û pelqikan-balonan gotiye “a rastî ew kabûsek in”

Ḥikûmeta Filistînê: Trump û Netanyahû ji tengijîna Qudsê berpirsîyar in

Ûsiv Meḥmûdê berdevkê ḥikûmeta Neteweyîya Filistînê got “rejima siyonîst ji hemû xêzên sor buhurîye û li ser axa wan, herêmê û dinyayê krîzekê peyda kiriye û hemû xeyalên ji bo lihevkirinê tune kiriye.

Meḥmûd, Netanyahûyê serekwezîrê rejima Îsraîlê û Donald Trumpê serekdewletê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ji ber tengijîna li Qudsê gunehbar kir.

Berdevk gazî hemû welatên Ereb û misliman kir û got, ew divên nehêlin ku Îsraîl, di serî de Mescida Eqsaya li Qudsê, êrîşî cîhên pîroz ên misilmanan û filehan bike.

♦ufkumuzhaber/Kurdî

         

Etiketler : ,
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.