1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Li Helebê hejmara qurbaniyên teqîna mayinan gihîştiye 197 kesan
Li Helebê hejmara qurbaniyên teqîna mayinan gihîştiye 197 kesan

Li Helebê hejmara qurbaniyên teqîna mayinan gihîştiye 197 kesan

A+A-

Li herêma Helebê hejmara qurbaniyên teqîna mayinan, gihîştiye nêzîkî 200 kesî.

 

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê ragihandiye ku hejmara qurbaniyên mayinên bermayên şer û pevçûnan, ji Adara 2012an ve, gihîştiye 197 kesî, piraniya wan ji zarokan in.

 

Di nûtirîn pêşhat de, ciwanekî 19 salî li gundê Ihris ê ser bi gundewarê bakurê Helebê ve, di encama teqîna mayinekê de, birîndar bû.

 

Li gorî navenda navbûrî, par 55 kes bi teqîna mayinan hatin kuştin, di nava wan de 39 zarok hebûn û 370 kes jî birîndar bûn.

 

Îsal jî hejmara qurbaniyan gihîştiye 135 kesan, piraniya wan ji herêma Efrînê û Til Refhet in.

 

Bi dehan kes jî, ji navçeyên Bab, Cerablus û çend deverên din li navçeyên Şahbayê bûne qurbaniyên teqîna mayinan.

 

Navenda Belgekirina Binpêkirinan diyar kiriye ku heta niha ti çalakiyên pûçkirin û rakirina mayinan li wan navçeyan nehatiye kirin.

 

Etiketler : , ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.