1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Li Farqînê 500 mal bûne xirbe
Li Farqînê 500 mal bûne xirbe

Li Farqînê 500 mal bûne xirbe

Li navçeya Farqîna Amedê, jiber operasyon û pevçûnan 500 malên welatiyan bûne xirbe, elektrîk û av naçin van malan.

A+A-

Li navçeya Farqîna Amedê, jiber operasyon û pevçûnan 500 malên welatiyan bûne xirbe, elektrîk û av naçin van malan.

 

Li navçeya Farqînê ya bajarê Amedê di 12 rojên dema qedexeya derketina kolanan de, jiber pevçûna di navbera hêzên ewlekariya Tirkiyê û endamên Tevgera Ciwanên Demokratîk û Welatparêz (YDG-H) de, mal û kargeh neman ku nebûne amanca gule û roketan.

 

Li Taxên Tekel, Mescîd û Konakê nêzîkê 500 malên welatiyan bûne xirbe û zirarek mezin dîtin. Hate gotin ku jiber teqîna bombe û roketan binesaziya navçeyê jî zirarek mezin dît û av û elektrîk nagehe van xaniyan.

 

Ji ber pevçûnan bi sedan welatî bê mal û avahî man. Hate gotin ku qaymeqamiya Farqînê ji bo zanîna amarên zirarê, lijneyek taybet ava kiriye.

 

Roja 3ê Mijdarê bi biryara Walîtiya Amedê li navçeya Farqînê bi hêceta “tijîkirina xendeqan û parastina mal û warê welatiyan” qedexeya derketina kolanan hatibû ragihandin.

 

Di 12 rojên qedexeyê de jiber pevçûnan 8 leşker û polîsên Tirk hatine kuştin û 10 jî sivîlan jî jiyana xwe jidest da.

 

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.