1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Li Farqînê 11 endam û rêvebirên DBPê hatin binçavkirin
Li Farqînê 11 endam û rêvebirên DBPê hatin binçavkirin

Li Farqînê 11 endam û rêvebirên DBPê hatin binçavkirin

Hêzên Ewlehî îro berê sibehê li navçeya Farqîn a Amedê bi ser malên endam û rêvebirên DBPê de girt. Di serdegirtinê de 11 kes hatin binçavkirin.

A+A-

 

 

Li gor çavkaniyên herêmî, hêzên ewlehî îro berê sibehê bi ser malên endam û rêvebirên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) de girt. Di serdegirtinê de 11 kes hatin binçavkirin. Kesên li Farqînê hatine binçavkirin ji bo lêpirsînê birine navenda ewlehî ya Amedê.

 

Navê kesên ku hatine binçavkirin wiha ne: Osman Ezer, Mele Huseyin Donen, Akkan Başaran, Ethem Aşuroglu, Eyyup Bakici, Ugur Karakoç, Mehmet Karakoç, Ethem Eker, Yunus Emre Ergin, Dogan Tuncer û Îbrahim Fidan. Ji bo kesên hatine binçavkirin heta niha ti daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.

Wek tê zanîn ji destpêka operasyona Tirkiyeyê ya ser Efrînê û heta niha 666 kesên bi tohmeta ku li ser medyaya civakî "propaganda kirine" hatine desteserkirin û girtin.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.