1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Li Endonezya û Tîmora Rojhilat hejmara kesên ji ber lehiyê mirin derket 155an
Li Endonezya û Tîmora Rojhilat hejmara kesên ji ber lehiyê mirin derket 155an

Li Endonezya û Tîmora Rojhilat hejmara kesên ji ber lehiyê mirin derket 155an

A+A-

Li Endonezya û Tîmora Rojhilat hejmara kesên ji ber barana gûr û lehiyê mirin derket 155an

Di daxuyaniya Navenda Rêveberiya Afata Neteweyî ya Endonezyayê da hat diyarkirin ku li Lembagaya bajarê Nusa Tenggaraya Rojhilat 67, li Floresa Rojhilat 49 û li Alorê jî 12 cesed hatin dîtin.

Hat diyarkirin ku ji bo lêgerîn û xilaskirina 72 kes winda bibûn jî xebat dewam dikin.

Li Endonezyaya li ser xeta ekvatorê bi taybetî mehên cotmeh û nîsanê da şilî zêde dibare û lehî radibe.

Li gor saziya afatê, kêm û zêde nîvê serjimara welêt li herêmên xetereya hêlanê heye dijî.

- Li Tîmora Rojhilat 27 kes di lehiyê da xeniqîn

Wekî mayîn li Tîmora Rojhilat a cînarê Endonezyayê jî ji ber şilî û lehiyê 27 kes mirin.

Li gor Antaraya ajansa neteweyî ya Endonezyayê, ji ber şilî û lehyê duh bi hezaran kesî malên xwe terikand û derbasî herêmên ewledar bûn.

Hat ragihadin ku ji miriyan 6 kes zarok in.

Etiketler : ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.