
Li Êlihê dozgerekî xwe kuşt 11 demjimêr berê
A+A-
Li navçeya Kercews a ser bi parêzgeha Êlih a Bakurê Kurdistanê dozgerekî xwe kuşt.
Li gorî zanyariyan îro Înê li navçeya Kercewsê, dozgerê 28 salî yê bi navê Abdulsamet Yilmaz ê ku berî 2 mehan li navçeyê hatibû damezrandin, di mala xwe ya li yekeyên niştecihbûnê yên karmendên dadgehê de dawî li jiyana xwe anî.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûne cihê bûyerê û dozgerê navborî rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînan a Êlihê.
Hat ragihandin tevî midaxeleyên li nexweşxaneyê Abdulsamet Yilmaz li nexweşxaneyê mir.
Heta niha sedema xwekuştina wî dozgerî nehatiye eşkerekirin.
Li aliyê din hêzên ewlekariyê li ser bûyerê lêkolîn dan destpêkirin.
HABERE YORUM KAT
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.