1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Li Efrînê şer û pevçûn berdewam dikin
Li Efrînê şer û pevçûn berdewam dikin

Li Efrînê şer û pevçûn berdewam dikin

Êrîşên çekdarên El-Nûsra, Ehrar El-Şam û DAIŞ’ê yên ser Efrîna Rojavayê Kurdistanê berdewam dikin. Li gor zanyariyên ji herêmê hatine bi destxistin çekdarên El-Nûsra û Ehrar El-Şamê bi hevre êrîşêk dane destpêkirin û bi topên hawanê û mûçekên dûravêj êr

A+A-

Êrîşên çekdarên  El-Nûsra, Ehrar El-Şam û DAIŞ’ê yên ser Efrîna Rojavayê Kurdistanê berdewam dikin. Li gor zanyariyên ji herêmê hatine bi destxistin çekdarên  El-Nûsra û Ehrar El-Şamê bi hevre êrîşêk dane destpêkirin û bi topên hawanê û mûçekên dûravêj êrîşî gûndê  gundê Bênê kirin.

  Çekdarên  El-Nusra, Ehrar El-Şam û DAIŞ’ê hêz xwe ji aliyê eniya gundê Tinib û Keştear ve li derdora gundê Bênê yê bi ser navçeya Şêrawa ya Efrînê zêde kirine.

Gundê Tenib û Keştar dikevin başûrê rojhilatê gundê Bênê. Êrîşên doh li herêmê destpê kiribûn îro jî berdewam dikin.

Tê zanîn ku piştî êrîşên Rûsyayê yên hewayî û operasyonên bejayî yên Artêşa Sûriyeyê komên çekdar berê xwe dane herêmên kurdan û dixwazin kurdan ji cihê wan bikin û li herêmê bi cih bibin.

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.