1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Li Efrînê 42 cihên şûnwarî hatine têk dane û dizîn
Li Efrînê 42 cihên şûnwarî hatine têk dane û dizîn

Li Efrînê 42 cihên şûnwarî hatine têk dane û dizîn

A+A-

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê di raportekê de belav kir, ji bilî kiryarên kuştin, revandin û eşkencedana welatiyan, dizî û talanê û destdanîna ser mal û milkên xelkê Efrînê, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar dîrok, şaristanî û netewa Kurdî ya herêma Efrînê têk didin û şûnwar, cihên dîrokî û mezargehên pîroz dikolin û perçeyên entîkan didizin.

Wê rêxistina mafên mirovan belav kir, , artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar zêdetir ji 42 cihên şûnwarî, girên dîrokî û mezargehên olî kolane û zêdetir ji 20 hezar perçeyên entîkan dizîne û veguhastine Tirkiyê.

Her li ser kolan, têkdan û dizîna şûwarên Efrînê, di destpêka vê mehê de Rêveberiya Giştî ya Şûnwar û Mûzexaneyên Sûriyê bang li rêxistinên navdewletî, kesayetî û akademiyên cîhanê yên girîngiyê didin çanda gelan û şaristaniya mirovî, sînorekê ji dagîrkiriya Tirkiyê û têkdana şûnwarên Efrînê re deynin û wan şûnwaran biparêzin.

Da zanîn jî, hin wêneyên ji Efrînê derketine diyar dikin, peyker û entîkeyên dîroka wan bi hezaran salan e ji girê birc Ebdalo, girê Eyn Dara, girê Cindirêsê û keleha Horî yên şûwarî hatine derxistin.

Li Efrînê gelek cihên dîrokî hene, ji bil Keleha Horî, keleha Samanê, şikefta Duderî, kenîseya Marmaron û bi dehan şûnwarên din, nêzîkî 25 girên dîrokî hene, piraniya wan di ber çemê Efrînê re rêzkirî ne, ku dîroka wan vedigere hezar heta 2 hezar berî zayînê.

Rêxistina Mafên Mirovan di raporta xwe de cihên şûnwarî, girên dîrokî û mezargehên olî yên hatine kolan, têkdan û dizîn wiha diyar kirin:

1-Perestgeha Eyn Dara li Efrînê – Di lîsta UNESCO de ye.

2-Keleha Horî li navçeya Şera - Di lîsta UNESCO de ye.

3-Mezargeha Şêx Hemîd li Qestel Cindo – Cihekî pîroz ê Êzidiyan e.

4- Mezargeha Baflûnê li navçeya Şera – Mezaregeheke Êzidiyan e.

5- Mezargeha Qere Curên li navçeya Şera.

6- Mezargeha Şînka li navçeya Şera.

7- Mezargeha Şêx Henan li navçeya Şera – Gora nivîskarê Kurd Nûrî Dêrsimî û hevjîna wî lê ne.

8- Mezargeha Saraqizê li gundê Xelnêrê - Efrîn.

9- Mezargeha Şêx Ebdulrehman li gundê Kanî Gewrkê – Navçeya Cindirêsê.

10- Mezargeha gundê Îska – Efrîn.

11- Şanogeha keleha Horî – Şera.

12- Girê Dêr Siwanê – Şera.

13- Girê Ereb Şêxo - Şera.

14- Girê Kefer Romê – Şera.

15- Çiyayê Parsexatûnê.

16- Girê gundê Omera – Berava – Şera.

17- Gundê Qîbarê – Efrîn.

18- Girê gundê Stêr – Efrîn.

19- Veguhastina kevirekî ji Serşoya Gundê Hemamê – Cindirês.

20- Gundê Elbîskê - Reco.

21- Bîra gundê Kora – Cindirêsê.

22- Girê Meydan Ekbesê – Reco.

23- Şûnwarên gundê Sîdankê - Cindirêsê.

24- bîra Elotê li gundê Kora – Cindirêsê.

25- Mezargeha Şêxmûs li gundê Gewinda – Reco.

26- Girê Sêmalka – Reco.

27- Xeraba Elo li gundê Çobana – Cindirêsê.

28- Şûnwarên gundê Qurbê – Cindirêsê.

29- Girê Cindirêsê – bûye baregeheke leşkerî û firokxane ji helîkopteran re.

30- Xeraba Reza li gundê Turmîşa – Şiyê.

31- Girê Ziravkê – Efrîn.

32- Şûnwarên gundê Ereba – Mabeta.

33- Girê gundê Eyn Hecerê – Efrîn.

34- Girê Kitix – Mabeta.

35- Girê Durumiyê – Mabeta.

36- Girê gundê Gemrûkê – Mabeta.

37- Mezargeha Yexmûr Dada – Bilbilê.

38- Girê Ebîdanê – Bilbilê.

39- Şûnwarên gundê Beradê – Şêrewa.

40- Şûnwarên gundê Kîmarê – Şêrewa.

41- girê gundê Birc Ebdalo – Şêrewa.

42- Şikefta Duderî – Şêrewa.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.