1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Li Edîrneyê 344 koçberên neyasayî hatin girtin
Li Edîrneyê 344 koçberên neyasayî hatin girtin

Li Edîrneyê 344 koçberên neyasayî hatin girtin

A+A-

 Li bajarê Edirne yê ser sînorê Tirkiyê ligel Yunanistan û Bulgaristanê, 343 koçberên neyasayî ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatin girtin ku dixwestin bi rêyên qaçax ji Tirkiyê derkevin.

 

Li gor daxuyaniya Fermandariya Hêzên Cendirme ya Edirneyê, li navçeyên cuda yên bajarê Edirneyê ku dikeve bakurê rojavayê Tirkiyê, 343 koçberên neyasayî ji aliyê cendirme û hêzên ewlekariya peravan ve hatine girtin ku dixwestin bi rêya bejayî biçin Yunanistanê.

Li gor agahiyên hatine belavkirin, koçberên desteserkirî xelkê Afganistan, Pakistan, Cezaîr, Domînik û Bangledeşê ne.

Hat ragihandin ku koçberên desteserkirî bo Rêveberiya Koçê ya Bajarê Edirneyê hatine şandin.

 

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.