1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Li Edirneyê 290 koçber hatin girtin
Li Edirneyê 290 koçber hatin girtin

Li Edirneyê 290 koçber hatin girtin

A+A-

Li bajarê Edîrne yê Tirkiyê 290 koçberên neyasayî hatin girtin ku dixwestin bi rêyên qeçax biçin Tirkiyê.‎

Hêzên ser bi Fermandariya Cendirme û tîmên parastina sînor li bajarê Edîrneyê yê Tirkiyê roja Sêşemê ‎çend grûp destnîşan kirin ku dixwestin bi awayekî neyasayî biçin derveyî Tirkiyê.‎

Hêzên cendirme û tîmên parastina sînor di çend pişkinînan de li bajarokên Îpsala, Merîç, ‎Uzunkopru û gundên ser bi navenda Edîrneyê 290 koçberên Pakîstanî, Somalî, Efganî, Fas, Misir, ‎Lîbya, Hindistan, Iraq û Sûriyeyî girtin.‎

Piştî bidawîbûna karûbarên yasayî, koçberên girtî radestî Rêveberiya Îdareya Koçê ya Edîrneyê ‎hatin kirin.‎

 

Etiketler : , ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.