1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Li Edirne û Bodrumê 145 koçber hatin girtin
Li Edirne û Bodrumê 145 koçber hatin girtin

Li Edirne û Bodrumê 145 koçber hatin girtin

A+A-

 

Li bajarê Edirne û Muglayê yên Tirkiyê 145 koçber hatin girtin ku dixwestin bi rêyên qeçax derbasî welatên Ewropayê bibin.

Di van demên dawî de girtina koçberên ne yasayî ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê ve zêde bûye. Li gor medya Tirkiyê, hêzên Cendirme li bajarokê Meriç û navenda Edirneyê 129 koçberên ne yasayî girtin ku amadekarî dikirin derbasî welatên Ewropayê bibin.

Hat ragihandin ku koçberên hatine girtin xelkê Somalî, Pakîstan, Efxanistan, Cezayîr, Lîbya, Tunis û Iraqê ne. Li gor zanyariyên hatine belavkirin, piştî kar û barên yasayî, koçber bo Rêveberiya Koçê ya Edirneyê hatine şandin.

Li aliyê din li bajarokê Bodrum ê Muglayê jî 16 koçber hatin girtin ku dixwestin bi rêya deryayê derbasî Yunanîstanê bibin. Hat ragihandin ku ew koçber jî xelkê Sûriye, Lubnan, Iraq û Filistînê bûne.

Etiketler : , , ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.