1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Li DYE-yê bi hezaran kes siyasetên Trump-î yên dijkoçberîyê protesto kirin
Li DYE-yê bi hezaran kes siyasetên Trump-î yên dijkoçberîyê protesto kirin

Li DYE-yê bi hezaran kes siyasetên Trump-î yên dijkoçberîyê protesto kirin

A+A-


Li dijî siyaseta Trump-î ya li dijî koçberan a ‘bêyî lêbuhurîn’ê xelq xwe ne qayîl dike.

 

Bi gazîkirina 16 dezgehên civata sivîl li parka McArthur-î yê navenda Los Angeles-ê protestoyek li dijî pêkanînên Koçberî û Parastina Gumrukê (ICE) hat lidarxistin.

Dezgehên mezin ên cıvata sivîl jî tevlî protestoya “Divê malbat bi hev re bin”ê bûn.

Polês, rêyên protestokir di wan de bi rê ve herin ji navgînan-wesayîtan re girt û di seranserê rêyê de bi wan re bû.

Jineke axêver got “Ev der ne Elmanyaya nazîyan e. Ez ne mecbûr im herim ku derê belge û nasnameyan bi xwe re bigerînim.”

Protestokir, pankartên wek “Divê Trump/Pence herin”, “Zarok ne alavên bazarê ne”, “Em yek malbat in” û “Serekê cudakir”ê hilgirtin.

Herweha sloganên “Mirovên dibin yek tu car perçe nabin”, “Em ji bo ʕedaletê şer dikin, em ji bo azadîyê şer dikin” û “Ji Filistînê ḥeta Merkîsakayê, bera hemû dîwar bipelişin”ê hatin gotin.

♦ufkumuzhaber/Kurdî

Etiketler : , ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.