1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Li dijî Qanûnê Fransayê yê Koçberîyê raperkên tund diyar dibin
Li dijî Qanûnê Fransayê yê Koçberîyê raperkên tund diyar dibin

Li dijî Qanûnê Fransayê yê Koçberîyê raperkên tund diyar dibin

A+A-

 

Fransaya li hemûyê dinyayê wek “welatê mafên mirovan (heqê însanan)” tê naskirin, îro, bi qanûnekî çarçoveyî yê bi mebesta pêkanîna bihevxistinên nû yên li ser penahberan û koçberan hem dibe sebebê raperkên Fransayîyan hem jî dezgehên civata sivîl.

 

Li Fransayê qanûnê çarçoveyî yê li ser mafên penahber û koçberan li tevahîya welêt bi birêveçûnan û kombûnan bi dewamî tê protestokirin.

Fransiz, gotinên Macron (Makron)ê serekdewlet ên wek “em wek prensîb mecbûr in her kesê ji bo hatina Fransayê canê xwe avêtîyê xeterê bikin mêvan” ên di dema kempeyna hilbijartinan de gotibû îro bi îronîyê di bîr tînin.

Qanûnê çarçove yê ku hefteya çûyî di encûmena wezîran de buhurîye dê van rojan di meclisê de were gotûbêjkirin.

Rollan Jacquet (Ẍolon Jake)yê endamê Meclisa Dezgeha Bajarvanîya (Beledîyeya) Lyonê li ser qanûnî van raveyan vegot:

“Ev qanûnê çarçoveyî qedrê ʕadetên mêvanperwerîya Fransayê nagire. Qedrê prensîbên ‘azadî, wekhevî û biratî’yê nagire. Fransa li ser 3 hîman ava bûye: azadî, wekhevî û biratî. Her kî dibe bera be, di nava jin û mêran de biratî. Û her kî dibe bera be, tu biyanî yî, destûra te ya bicîhbûnê tune ye, mafê te yê vî tiştî-wî tiştî tune ye nîne... Wekhevî, em hemû; kes in, em welatîyê vê dinyayê ne û mafê me yê wekhevîyê heye.”

Dezgeha Lêbuhurînê ya Navneteweyî jî di rapora xwe ya hefteya weşandî de di beşa xwe ya li ser Fransayê de ji bo çarçoveyê cîhekî fireh veqetand. Dezgeha Lêbuhurînê dide diyarkirin ku mebesta çarçoveyê parastina penahberan lê dûrxistina koçberan e.

♦ufkumuzhaber/Kurdî

 

 

          

 

Etiketler : , , ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.